Leşkerên li Mêrdînê di şer de birîndarbûne anîn nexweşxaneyê

  • rojane
  • 14:52 12 Sibat 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Hate zanîn ku li çoltara Çiyayê Bagokê şer derketiye û gelek leşkerên birîndar anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. 
 
Operasyona leşkerî ku li çoltara herêmên Çiyayê Bagokê û Omeriyan hate destpêkirin berdewam dike. Hate diyarkirin ku li çoltera Çiyayê Bagokê şerekî dijwar derketiye. Herî kêm 5 leşkerên ku di şer de birîndarbûne, bi helîkopterê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Hate diyarkirin ku di nava leşkerên birîndar de kesên rewşa wan giran jî hene.