ROJEVA 12'Ê SIBATA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 12 Sibat 2024
  • |
img

* Hevserokê PYD'ê Salîh Muslim, anî ziman ku dema di nava lêgerînê de bû di sala 1978'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas kir û wiha got: “Rêber Ocalan heta ku azad nebe, em çi bikin jî kêm dimîne." 

 
* Rojnamevanê îrlandî Mark Campbell ku têkoşîna azadiyê ya kurdan ji nêz ve dişopîne wiha got: “Welatên kapîtalîst fikrên Ocalan weke gefekê dibînin. Lê li hemberî vê yekê tevgereke hevgirtinê ya mezin heye.”
 
* Yek ji malbata girtiyan Salîç Înan a ku ji Tokatê tev li Nobeta Edaletê ya li Stenbolê bû, diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan tê wateya bidawîbûna şerê birakujiyê yê didome û got: “Ji ber vê yekê divê dayikên tirk jî destê xwe deynin bi kevir.”
 
* Fînce Akman a çû serdana kurê xwe Yakûp Akman ê li Girtîgeha Marmarayê di greva birçîbûnê de diyar kir ku zextên li girtîgehan zêde bûne û wiha got: "10 deqîqeyan dereng anîn cihê hevdîtinê. Di ketine girtîgehê de lêgerîneke dijhiqûqî li me hate kirin. 
 
* Rêveberê saziya Parastina Mafê Rojnamegeran a Navenda Metroyê Diyarî Ehmed, diyar kir ku Silêman Ehmed zêdetirî sê mehan e di girtîgehê de ye û destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û got: “Herkesên ku bi mafên mirovan, bi azadiyê bawer dike divê li dijî binpêkirina mafan dengê xwe bilind bike û li dijî vê derbikeve. ” 
 
* Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku pêşengtiya baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê ku li Sertê hate pêkanîn kirin, wiha gotin: “Ocalan canê xwe ji bo me feda kiriye û heta neyê di nava me de û em wî hembêz nekin dilê me hênik nabe.”
 
* Danişîna Doza Kobanê dê li Girtîgeha Kampusa Sîncanê berdewam bike. (10.00)
 
* “Meşa Mezin a Azadiyê” dê ji du baskan berdewam bike. (10.00-18.00) ZINDΠ
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dê berdewam bike
 
* Rêxistinên hiqûqê yên li Îzmîrê dê têkildarî hempîşeyên xwe yên hatine binçavkirin dê li Komeleya Hiqûqnasên Hemdem daxuyaniyekê bide. (12.30)
 
* Şaxa ÎHD’a Îzmîrê dê têkildarî hilbijartinên herêmî belgeya xwe ya helwestê li avahiya xwe ya komeleyê aşkere bike. (13.00) 
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Stenbolê tev li civîna gel bibe. (19.00) ZINDÎ