Herêma Biradostê hat bombebarankirin

  • rojane
  • 21:00 10 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer yên dewleta tirk Geliyê Reş û Kem Kora yên li sînorê Biradostê bombebaran kirin.
 
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, vê êvarê balafirên şer yên dewleta tirk Geliyê Reş û Kem Kora yên li sînorê Biradost a girêdayî parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin. Têkildarî zirar û ziyanên canî û madî yên êrişên balafirên dewleta tirk agahiyên zelal bi dest neketin.