ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN

  • rojane
  • 09:01 10 Sibat 2024
  • |
img

* ‘Meşa Dirêj’ ku ew ê di 25’emîn salvegera komploya navneteweyî de bê kirin û heta 25 rojan berdewam bike, nûnerên saziyên civîl ku ew ê beşdarî wê meşê bibin, gotin ku azadî di felsefeya Abdullah Ocalan de ye û bangewaziya beşdariya li meşa 17’ê Sibatê kirin.

 
* Parêzerê OHD'ê Veysî Guneş diyar kir ku komploya navneteweyî û tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna gelê kurd hatiye pûçkirin û destnîşan kir ku tekane misogeriya azadiya Abdullah Ocalan jî têkoşîna gel e.
 
* Rêveberên MED-DER'ê diyar kirin ku ji bo serlêdanên qursên zimanê kurdî yên serdema nû tenê 3 roj mane û xwestin her kes serî li van qursan bide. 
 
* Dadgeha Cezayê Giran a 4'emîn a Amedê diyar kir ku "cihgirtina di organên KCD'ê de" bi tena serê xwe wekî "endamtiya rêxistinê" nayê nirxandin û der barê Cabbar Laygara, Edîp Yaşar û Cafer Kan da biryara beraetê da. 
 
* Zîlan Leventoglûyê, parêzera Parlamentera HDP'ê ya berê Huda Kayayê ku bi hinceta "gumana revê" hat girtin, diyar kir ku lêpirsîn ji destpêkê ve nehiqûqî ye û got ku biryara girtinê biryareke siyasî ye.
 
* Ekolojîst Koray Turkay diyar kir ku fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ekolojiyê esas digirin, li gelek deverên cîhanê belav bûne û got: "Ocalan yek ji girîngtirîn analîstê wan fikran e ku modernîteya kapîtalîst parçe parçe dikin."
 
* Nûnera ÇHD’ê ya Enqereyê Parêzer Ceren Yilmazê tecrîd wek “polîtîkaya îmhakirinê” bi nav kir û got ku li şûna ku guh bidin girtiyên di greva birçîbûnê de, cezayên disîplînê li wan dibirin. Yilmazê da xuyakirin ku gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin.
 
* DEM Partî dê li Dêrsimê ji bo namzetên hevşaredariyê pêşhilbijartinê li dar bixe. (10.00-17.00)
 
* Ji ber salvegera 100’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmeh ê dê li ber garê qûrbanî bên bibîranîn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî dê tev li bibe. (10.04) 
 
* Nobetên Edaletê yên li gelek bajaran hatine dest pê kirin dê berdewam bike. (11.00-17.00) 
 
* Malbatên Windakiriyan dê li Amed, Îzmîr û Êlihê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li dar bixin. (12.00-13.00) 
 
* Dayikên Şemiyê yên her hefte bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û darizandina faîlan li Qada Galatasarayê tên bahev, dê çalakiya xwe ya 985’emîn li dar bixin. (12.00)  
 
* Li Enqereyê û Stenbolê têkildarî girtiyên nexweş dê daxuyanî bê dayîn. (13.30) 
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê bi nûnerên saziyên sivîl ên civakî yên li Mêrsînê re bê bahev û pişt re tev li civîna gel bibe. (14.00-21.00) ZINDÎ