Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin

img
ŞIRNEX - Rojnamevan Selamet Turan ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. 
 
Rojnamevan Selamet Turan li navçeya Cizîra Şirnexê hate binçavkirin. Polîsên serê sibehê çûne mala Turan a li taxa Çemkûrkê, di nava malê de lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê Turan hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. 
 
Sedema binçavkirina Turan nehat zanîn.