Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir

img
ENQERE - Sefîrê Almanyayê Jurgen Schulz, serdana Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan kir. 
 
Sefîrê Almanyayê Jurgen Schulz û şandeya pê re Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ziyaret kir. Şande ji hêla Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve Berdan Ozturk ve hate pêşwazîkirin. 
 
Hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de têkildarî geşedanên di rojevê de û li herêmê diqewiminnêrîn hatine parvekirin.