ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN

img
* Xizmên girtiyan di 25’emîn salvegera komploya navneteweyî de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Nobeta Edaletê digirin.
 
* Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs ku der barê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî, diyar kir ku komplo bi rêbazeke cuda tê meşandin û got: "Tecrîd beşek ji vê konsepta îmhakirin û qirkirinê û neçareserkirina pirsgirêka kurd e."  
 
* Alî Koçan ê ku 31 salan girtî ye û niha di Gîrtîgeha Tîpa T a Karabukê de ye, înfaza wî careke din jî hat taloqkirin. 
 
* Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa S ya Kavakê ya Samsûnê girtiyên di greva birçîbûnê de rastî zextan tên û pêdiviyên wan ên bingehîn jî nayên dabînkirin.
 
* Alî Ozmen ê ku gava li Nexweşxaneya Bajêr a Prof. Dr. Suleyman Yalçin a Goztepeyê xebitiye "rayeya amîrtiyê" bi kar aniye û ji gelek kesan pere stendiye. Xebatkarê nexweşxaneyê N.Ş. li dadgehê û CÎMER'ê giliyê Ozmen kir. 
 
* Ji parêzeran ku têkildarî tecrîda Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan Sertaç Ozkan bi bîr xist ku meseleya kurd bi şer û çekê çareser nabe û got: "Azadiya fızîkî ya Ocalan tê wateya azadiya Tirkiyeyê."
 
* Ji rêveberên Odeya Bijîşkan a Stenbolê Dr. Cegerxwîn Polat diyar kir ku li girtiyan sepana “e-doktor” tê ferzkirin û wiha got: “Ev yek dê tecrîda li ser girtiyan girantir bike. Ev sepan, binpêkirina mafê tenduristiyê ye.” 
 
* “Meşa Mezîn a Azadiyê” dê di roja 9’an de berdewam dike. (10.00-18.00) ZINDΠ
 
* Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)
 
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê tev li 5’emîn Kongreya Asayî ya SYKP’ê bibin. (10.00) ZINDΠ
 
* Danişîna doza GOÇÎZDER’ê ku 23 kes tê de tên darizandin dê li Kampûsa Girtîgeha Marmarayê bê lidarxistin. (11.00)
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00-17.00)
 
* Komeleya 78'iyan dê bi daxwaza ku Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê bibe muze li pêşiya Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajar daxuyaniyê bide. (13.00)
 
 
 
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî rojeva hilbijartinê û geşedanên heyî li navenda giştî daxuyaniyê bide. (14.00) ZINDÎ