Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket

img
MÊRDÎN - Meşvanên Azadiyê ku gihaştin Nisêbînê, çûn serdana girtî Omer Kiliç yê 30 sal şûnde ji girtîgehê derket.
 
Meşa Azadiyê ya Mezin ku ji du milan ji bo çareseriya meseleya kurd û azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin, di roja 8’emîn de didome. Meşvanên Azadiyê li Nisêbînê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin û piştî vê çûn serdana Omer Kiliç yê piştî 30 salan, di 4’ê Sibatê de ji girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê derket.
 
Omer Kiliç ku di serdanê de axivî, meşa Meşvanên Azadiyê silav kir û got ku ev meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, gelek watedar e.
 
Meşvanên Azadiyê wê sibê li Artûklû ya Mêrdînê meşa xwe bidomînin.