Li Hatayê di bîranîna erdhejê de bertek nîşanî Ozel û Savaş dan

img
HATAY - Di bîranîna erdhejê ya li Hatayê de mexdûrên erdhejê bertek nîşanî Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û Şaredarê Bajarê Mezin ê Hatayê Lutfu Savaş dan. 
 
 Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û Şaredarê Bajarê Mezin ê Hatayê Lutfu Savaş ê CHP’î bi boneya salvegera ewil a erdheja 6’ê sibatê li navçeya Antakya ya Hatayê tev li bîranînê bûn. Hinek mexdûrên erdhejê Ozel û Savaş protesto kirin. Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî Savaş dan û dirûşma “îstîfa” berz kirin.