Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 6,7 zêde bû

img
ENQERE - Li gorî TUÎK’ê enflasyon di meha çileyê de ji sedî 6,70 zêde bû. 
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên ewil ên salê eşkere kir. Li gorî TUÎK’ê enflasyon di meha çileyê de ji sedî 6,70 zêde bû. TUÎK’ê da zanîn ku enflasyona salane jî derket ji sedî 64,86’an. Li gorî Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) jî enflasyon di meha çileyê de ji sedî 9,38 zêde bûye û enflasyona salane jî derketiye ji sedî 129,11’ê.