Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate binçavkirin

img
RIHA - Endamê Meclisa DEM Partiyê Muhammed Ayten, di serdegirtina malê de hate binçavkirin. 
 
Polîsan îro bi ser mala Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Muhammed Ayten de girtin û Ayten binçav kirin. Hat zanîn ku Ayten di çarçoveya lêpirsîneke ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve hatiye destpêkirin, hatiye binçavkirin. Ji bo ku îfadeya Ayten bi Pergala Deng û Dîmenê (SEBGÎS) were girtin, birin Edliyeya Rihayê. 
 
Tê payîn ku dê îro di nava rojê de îfadeya Ayten were girtin.