Piştî operasyona li Bagokê biryara qedexeyê hat dayîn

img
MÊRDÎN - Artêşa tirk li çoltarê Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Piştî operasyonê, 5 gundên li derdorê weke “Herêma ewlehiya taybet a demkî” hatin ragihandin. 
 
Artêşa tirk îro di danê sibehê de bi alîkariya hêzên hewayî li dijî çoltarê Çiyayê Bagokê yê li Nisêbîn a Mêrdînê operasyon dabû destpêkirin. Walîtiya Mêrdînê piştî operasyonê 5 gund ji bo 15 rojan weke “Herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” ragihand. 
 
Walîtiyê di daxuyaniyê de got ku divê tu kes “bêyî destûr” nekeve gundên Awşe, Bahmînin, Hibab, Yol û Şekrînê.