Karataş ê 33 sal in girtî bû hate berdan: Daxwaza me azadiya Ocalan e

TEKÎRDAG - Kasim Karataş ê piştî 33 salan hate berdan wiha got: “Yekan daxwaza me ew e ku birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe.”
 
Kasim Karataş ê li Îzmîrê di sala 1991’an de hatibû binçavkirin û bi îdiaya “yekitî û yekparebûna dewletê xerakiriye” ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve cezayê hefsê yê muebedê lê hatibû birîn, piştî 33 salan hate berdan. Karataş, ji Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê hate berdan. Malbatê, endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MATUHAY-DER) Karataş pêşwazî kirin. 
 
‘DAXWAZA ME EW E KU OCALAN BI AWAYEKÎ FIZÎKÎ AZAD BIBE’ 
 
Karataş ê li ber deriyê girtîgehê axaftineke kurt kir bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocaln û wiha got: “Heta ku tecrîd ranebe, ne em ne jî zarokên me nikarin azad bibin. Hişê me li ser hevalên me ye. Yekane daxwaza me ew e ku demildest birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe û hevalên me çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî bikin.”