Meşvanên Azadiyê kesên li Dîgorê hatin qetilkirin bi bîr anîn

img

QERS - Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin, li Dîgorê qurnefîl danîn cihê 17 kes lê hatibûn qetilkirin. 

 
Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên giran a tecrîdê de tê ragirtin û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, “Meşa Mezin a Azadiyê” dabûn destpêkirin. Meşa li Qersê berdewam dike. Meşvan, çûn cihê 17 kesên di sala 1993’yan de li Dîgorê hatine qetilkirin. Li cihê komkujiyê ji ewil rêz hate girtin û piştre jî meşvanan qurnefîl danîn cihê komkujiyê. 
 
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal li vir axivî û wiha got: “Di sala 1993’yan de li vir komkujiyek hate kirin û 17 welatiyên me hatin qetilkirin. Dîroka komarê li ser komkujiyan hatiye avakirin. Bi sala ye em li dijî van komkujiyan têdikoşin. Di şexsê wan de dê berxwedana me mezintir bibe û bidome.” 
 
Meşvan piştre jî ber bi navçeya Tozanê ve ketin rê.