Li Bagok a operasyona leşkerî lê hate destpêkirin dengê teqînan tê

img
 
MÊRDÎN - Li çoltera Çiyayê Bagokê ku operasyona leşkerî lê hate destpêkirin dengê teqînan tê. 
 
Li herêma Çiyayê Bagokê yê li çoltera navçeya Nisêbîn a Mêrdînê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Li herêma ku liv û tevgera Helîkopteran lê heye, gelek wesayîtên zirxî hatin sewqkirin. Hate zanîn ku operasyon li herêma di navbera gundên Talatê û Şekrîn de zêde bûye. 
 
Her wiha ji herêmê carna dengê teqînan tê. Nehate zanîn ku ka şer û pevçûnek heye an na. Hate diyarkirin ku dibe teqîn ji ber bombeyên diavêjin şikeftan bibe.