Otobusê li TIR’ê da: 19 kes birîndar bûn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Çekmekoy a li ser rêya Bakurê Marmarayê, otobuseke rêwiyan li TIR’ê da, yek jê giran 19 kes birîndar bûn. 
 
Li herêma Çekmekoy a li ser rêya Bakurê Marmarayê, otobuseke rêwiyan li TIR’eke ku li pêşiya wê diçû da. Di qezaya ku otobus êdî nikare were bikaranîn de yek jê giran 19 kes birîndar bûn. Gelek tîmên tenduristiyê, agirkujiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 
 
Tîmên agirkujiyê birîndarên di nava otobusê de derxistin û radestî tîmên tenduristiyê kirin. Birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve sewqî nexweşxaneyan hatin kirin.