Bi pirekê ve pankarta ‘Azadiya rêbere me azadiya me ye’ hate daliqandin

img
EDENE - Li Edeneyê endamên Meclisa Ciwanan ên DEM Partiyê bi pirekê ve pankarta “Azadiya rêberê me azadiya me ye”daliqandin û xwestin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe. 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Seyhan a Edeneyê bi pirekê ve ku li ser rêya bejahiyê ya D-400’ê ye pankartek daliqandin. 
 
Li ser pankarta ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hate daliqandin de “Azadiya rêberê me azadiya me ye” dinivîsî.