Li Girtîgeha Kurkçulerê 4 girtî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin

  • rojane
  • 13:43 31 Çile 2024
  • |
img
EDENE - Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê 4 girtî li girtîgehên Burdur û Antalyayê hatin sewqkirin. 
 
Girtiyên bi navên Mûstafa Şihî, Sedat Şîmşek, Mazlum Taşkin û Hasan Ateşçî ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê dihatin ragirtin, li girtîgehên cuda hatin sewqkirin. Li gorî agahiyên ji malbatan hatine wergirtin; Şihî, Şîmşek û Taşkin li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Burdurê û Ateşçî jî li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê hate sewqkirin.