Amêdiyê hat bombebarankirin

  • rojane
  • 22:35 30 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer yên dewleta tirk gundê Geliyê Qeço yê rêzeçiyayên Metînayê bombebaran kirin.
 
Vê êvarî balafirên şer yên dewleta tirk  gundê Geliyê Qeço yê rêze çiyayên Metînayê yên girêdayî navçeya Amêdiyê ya bi ser parêzgeha Duhokê ve bombebaran kirin. Heta niha têkildarî ziyanên canî û madî agahiyên zelal bidest neketine.