Li Îzmîrê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 09:50 30 Çile 2024
  • |
img

ÎZMÎR - Di encama serdegirtinên malan ên li Îzmîrê de Serokê ESP’ê yê BAjar Kerîm Altinmakas û endama PM’a TOP’ê Dîdar Gul jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin. 

 
Îro di danê sibehê de leşker û polîsan li Îzmîrê bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de Serokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ê Îzmîrê Kerîm Altinmakas, endama Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Dîdar Gul û welatiyên bi navên Gulseren Olgun, Vezan Ozoglû û Yaşar Aslan hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên behsa xeberê bi îdiaya “alîkariya fînansî dane rêxistinê” hatine binçavkirin.