Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê êrişa li dijî dêrê şermezar kirin

  • rojane
  • 14:37 28 Çile 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan êrişa li dijî Dêra Santa Marîayê şermezar kirin. 

Li Stenbolê di dema ayîna yekşemê ya li Dêra Santa Marîa ya li Sariyer a Stenbolê êrişa çekdarî hat kirin û kesek hate kuştin. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal êriş şermezar kirin. 
 
HEVSEROKAN ÊRIŞ ŞERMEZAR KIRIN 
 
Hatîmogûllari di peyama xwe de wiha got: “Ez êrişa di dema ayîna yekşemê ya Dêra Santa Marîayê şermezar dikim. Ji bo hemwelatiyê di êrişê de jiyana xwe ji dest dayî rehmetê û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazim. Ev êriş, encama polîtîkayên nefretê ye. Divê faîlên wê tavilê bên girtin û tevahiya berpirsyarên wê bên girtin. Em ê vê bûyerê bişopînin. Ji bo ku hemû gel û baweriyên cuda bikarin bi awayeke azad û wekhev bijîn, dê têkoşîna me bidome.” 
 
Bakirhan jî di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Em, êrişa çekdarî ya li dijî Dêra Santa Marîa ya Latîn Katolîk a li Sariyer a Stenbolê şermezar dikin. Ji bo hemwelatiyê jiyana xwe ji dest dayî rehmetê û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin. Ev êriş, encama gotinên cihêkar û nefretê ye. Banga min li her kesî ew e ku li dijî vê êrişê bibin yek û berpirsyarên êrişê bên girtin.”