Ji ber berfê li Erziromê rêya 517 gundan hate girtin

  • rojane
  • 11:51 28 Çile 2024
  • |
img
ERZIROM - Ji ber berfa zêde û bagerê li Erziromê rêyên 517 gundan hatin girtin. 
 
Li Erziromê ev du roj in bênavber berfi dibare û bandoreke neyînî li ser jiyana gel dike. Li navçeyên bajar rêya 517 gundan hatin girtin. Li gorî agahiyan; li navçeya Qerecobanê rêya 172 gundan, li Qereyaziyê rêya 147 gundan, li Tatosê rêyên 116 gundan, li Çatê rêyên 82 gundan û li herêma Ovacik a girêdayî navçeya Êspîrê jî rêyên gelek gundan hatin girtin. 
 
AXÛR TEBIQΠ
 
Di heman demê de li gundê Burnaz ê Qereçobanê axûra welatiyekî ji ber berfê tebiqî û mî yek mir. 43 mî jî bi alîkariya şêniyên gund hatin xelaskirin. Ji ber bager û bahozê li ser rêyên gundên ji rêyên sereke dûr tu xebat nayên kirin.