Meteorolojiyê ji ber barînên zêde hişyarî kir

  • rojane
  • 09:26 28 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji ber barînên zêde yên li Bolu, Zonguldak, Bartin, Karabuk, Duzce, Kastamonu û Sakaryayê hişyarî kir. 
 
Li gorî texmîna Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) dê li herêmên Marmarayê, herêmên hundir ên Egeyê, rojavayê Behra Spî, Anatoliyaya Navîn, herêmên Behra Reş û bajarên Kurdistanê yên Erzirom, Qers, Erdexan, Êlih, Mêrdîn û Sêrtê barîneke zêde hebe. Midûriyetê da zanîn ku dê li bajarên weke Bolu, Zonguldak, Bartin, Karabuk, Duzce, Kastamonu û Sakaryayê zêde berf bibare. Tê payîn ku di saetên serê sibehê û şevê de li herêmên navîn û rojhilat mij û qerisîn çêbibe.