Li Îzmîrê bi pileya 5.1 erdhej çêbû

  • rojane
  • 09:18 27 Çile 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Li perava Behra Egeyê ya li navçeya Menderesê bi pileya 5.1 erdhej çêbû. 
 
Di Behra Egeyê de erdhejek çêbû. Li gorî agahiyên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Karesatê (AFAD) saet di 08.19’an de li perava Behra Egeyê ya navçeya Menderesê, bi pileya 5.1 erdhej çêbû. Erdhej bi kûrahiya 8.51 kîlometreyan di bin erdê de çêbû. 
 
Îzmîr û bajarên derdorê jî bi erdhejê hesiyan.