Êzidiyên hatin qetilkirin anîn Şengalê

  • rojane
  • 13:07 24 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê 41 êzidiyên ji hêla DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin, ji bo definkirinê anîn Şengalê. 
 
Cenazeyên 41 êzidiyên ji hêla DAŞ’ê ve hatin qetilkirin û piştre jî di gora komî de hatin definkirin, piştî testên DNA’yê ji Bexdadê anîn Şengalê. Tê payîn ku cenaze îro piştî merasîmê bên definkirin. Cenaze dê piştî merasîmê li Xanesor, Herdan, Qinê û Koçoyê bên definkirin.