Namzeta jin a Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû

  • rojane
  • 19:10 22 Çile 2024
  • |
img
AMED- Serra Bûcak bû namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê. Ji bo diyarkirina namzetê mêr jî, dê tûra duyan a pêşhilbijartinê sibê bê lidarxistin. 
 
Serra Bûcak bû namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Ji bo diyarkirina namzetê mêr jî, dê tûra duyan a pêşhilbijartinê sibê bê lidarxistin. 
 
Ji ber ku namzetên mêr ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji sedî 50+1 deng negirtin, dê delege sibê ji bo bernamzet Garîp Kandemîr û Dogan Hatûn careke din biçin ser sindoqê. 
 
NAVENDÊN KU DÊ PÊŞHILBIJARTIN LÊ BÊ LIDARXISTIN
 
Yenîşehîr: Kaplan Düğün Salonu (Îstasyon)
 
Sûr: Nilgün Düğün Salonu
 
Rezan: Şölen Düğün Salonu
 
Peyas: Kaplan City (Manolya Salon Gaziler)
 
Li her sê navçeyên din jî dê pêşhilbijartin li avahiyên DEM Partiyê bê lidarxistin.