Li Amedê otobûsek wergeriya: 9 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 14:03 21 Çile 2024
  • |
img
AMED - Li Amedê dema otobûsek li vîrajê dizivirî wergeriya û 9 kes birîndar bûn. 
 
Wesayîta Dîcle Belediyesorê dema diçû navçeya Licê ya Amedê, li nêzî deşta Fîsê dema li vîrajê dizivirî wergeriya. Welatiyên ku bûn şahidê qezayê bang kirin û li herêma qezayê komên polîs û agirkujiyê û ambulans hatin sewqkirin. Nêzî 20 kes di wesayîtê de bûn û 9 kes birîndar bûn. Ji birîndaran 3 jê rakirin nexweşxaneyên Amedê û 6 jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Liceyê hatin kirin.