4 girtî ji Bûrdûrê sirgunî Bandirmayê hatin kirin

  • rojane
  • 17:04 20 Çile 2024
  • |
img
EDENE - 4 girtiyên li Girtîgeha Bûrdûrê tên ragirtin, sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê hatin kirin. 
 
Girtiyên bi navê Mahîr Bînîcî, Naîf Ozkiliç, Agît Yilmaz û Mehmet Nûrî Gumuş ên li Girtîgeha Bûrdûrê dihatin ragirtin, pêr sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê hatin kirin. 
 
Girtiyên ku bi telefonê bi malbata xwe re axivîn, dan zanîn ku bi awayekî keyfî hatine sirgunkirin.