Li Sêrt û Amedê ji bo 2 qadên TPAO’yê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn

  • rojane
  • 11:29 20 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî 2 qadên Hevkariya Şîrketên Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) yên li Sêrt û Amedê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn. 
 
Di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de biryara eleqedar a îstîmlaqê ya Miduriyeta Giştî ya Karên Petrol û Madenê (MAPEG) ya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê hate weşandin. 
 
MAPEG a serlêdana Hevkariya Şîrketên Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) nirxand, ji bo qad û rêyên lokasyonê yên bîr, xetên veguhestina enerjiyê û xetên boriyên petrolê yên qadeke navçeyên Sûr a Amedê û Misirc a Sêrtê yên derbarê wan de biryara “îstîmlaqkirina lezgîn” heye, derbarê parselên hewce de biryara îstîmlaqkirinê da.