Li Mûşê mirina biguman a du xwendekarên dibistana seretayî

  • rojane
  • 10:08 19 Çile 2024
  • |
img
MÛŞ - Li Mûşê 2 xwendekarên dibistana seretayî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li Taxa Kulturê ya navçeya Gimgim a Mûşê xwendekarên dibistana seretayî P.A. (14) û Z.T. li avahiyekê terkkirî mirî hatin dîtin. Piştî agahdarkirinê, li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hatin veguhestin. Di lêkolîna ewil de hat diyarkirin ku zarokan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Cenazeyê her du zarokan rakirin Saziya Tipa Edlî ya Mûşê û têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.