ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 19 Çile 2024
  • |
img

* Rojnamevan û edîtorê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Elî Ertaş ku bal kişand ser rewandina edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed, da zanîn ku weke berê qetil nakin, lê bi revandinê bêdeng dikin û wiha got: “Mirov dikare wekî sansûrkirinê pênase bike.”

 
* Jinên efxan bang ji hêzên navneteweyî kirin ku dest ji piştgiriya Talîban berdin û gotin: “Dengê me çeka me ye, Talîban bi tu awayî nikare vê çaka me ji destê me bigire. Jin dê herî dawî çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin." 
 
* Gelê Efrînê ku ji ber êrişên dewleta tirk neçar ma koçberî Şehbayê bibin anîn ziman ku li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê ne û wiha gotin: "Di cîhanê de çi çek nîn e ku ji vîna mirov bi hêztir be. Vîna ma ji çekên NATO'yê bihêztir in."
 
* TKÎ li bajaroka Bêspinê û gundê Bêşêrê yên navçeya Silopiyayê dê bi awayekî lezgîn 51 parsel erd îstîmlaq bike. Qadên hêşîn ên ku dê bên îstîmlaqkirin, dê bi temamî bên tunekirin. 
 
* Endama OHD'ê Nûrdan Kiliç anî ziman ku Girtîgeha Jinan a SÎncanê bi feraseta mêran hatiye sêwirandine û got ku divê daxwazên girtiyên jin ên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin. 
 
* Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdeawm bike. (10.00)
 
* KESK dê 11’emîn Lijneya xwe ya Giştî ya Asayî dê li Navenda Çand û Kongreyê ya TBB’ê ya Parêzer Ozdemîr Ozok pêk bîne. (10.00) 
 
* Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû dê têkildarî geşedanên heyî de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00) ZINDΠ
 
* Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatiye destpêkirin berdewam dike. (11.00-18.00) 
 
* Saziyên Sivîl ên Civakî yên Colemêrgê dê têkildarî zinarên li herêma Yenîkopruyê ketine ser rêyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
 
* Xebatkarê Çapemeniya Azad Orhan Karaagar ê di sala 1993’yan de li Wanê hatiye qetilkirin dê di salvegera 31’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe bê bibîranîn. (12.00) 
 
* Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk di salvegera qetilkirina xwe ya 17’emîn dê li ber borya kevin a rojnameyê ya li ser Cadeya Halaskargazî ya Şîşliyê were bibîranîn. Ji bo Dînk dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (15.00) 
 
* Şaxa ÎHD’a Enqereyê ji bo girtî Huseyîn Karaoglan ê ji 11’ê îlona 2023’yan ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye dê li ber avahiya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)