Li Geverê hevşaredar hatin hilbijartin

  • rojane
  • 21:00 17 Çile 2024
  • |
img
COLEMÊRG – Li Geverê di tûra duyem a pêşhilbijartinan de Şoreş Dîrî û Şadiye Kirmizigul wekî namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Geverê hatin hilbijartin.
 
Li navçeya Gever a Colemêrgê pêşhilbijartina ji bo diyarkirina namzetan duh li hêwaneke dawetê hat lidarxistin. Di pêşhilbijartinê de 7 sindoq hatin danîn. Ji hezar û 600 delegeyan hezar û 100 delege deng bi kar anîn. Ji ber ku ji bernamzetan kes di ser ji sedî 50'î re deng negirtin, hilbijartin ma tûra duyan.
 
Îro tûra duyan a hilbijartinê hat lidarxistin. Ji sedî 70'yî delegeyan dengê xwe bi kar anîn. Ji ber namzetan Şoreş Dîrî 377, Tayyîp Canan 225, Şadiye Kirmizigul 312 û Ayşe Polat jî 245 deng girtin. Li gor van encaman Dîrî û Kirmizigul wekî namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Geverê hatin hilbijartin.