ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2024'AN

  • rojane
  • 09:01 17 Çile 2024
  • |
img
* Li Xeleftiyê ji derve hin hilbijêr li ser malên siyasetmedarên AKP'î hatine qeydkirin. Şaredarê AKP'î jî gef li xebatkarên şaredariyê xwariye ku hilbijêran li ser navnîşana xwe qeyd bikin. 
 
* Nûnera Sînn Feîn a Ewropayê Martîna Anderson tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û got: "Çendî di tecrîdê de tê girtin jî, em fikrên wî gelekî pêşverû dibînin û ji gelek kesan re dibin îlham."
 
* Yek ji dildarên Înîsiyatîfa Avê Gongor Erçîlê jî diyar kir ku yek ji sedemên sereke yên pirsgirêka tîbûnê ya li Mûglayê tehsîskirina çavkaniyên avê ya ji bo santralên termîk  e û got ku ger dest ji vê rewşê bê berdan, dê pirsgirêka ava vexwarinê ya bajêr çareser bibe.
 
* Hilberînerên çîlekan ku ji ber lêçûna zêde zehmetiyê dikişînin, diyar kirin ku berhema ku li baxçe bi 30 TL'yî tê firotin li piyaseyê bi 150 TL'yî tê firotin û gotin: "Divê biha li gor nirxê be û piştgiriya hilberîneran bê kirin." 
 
* Alîkarê Serokê Giştî yê MAF-DAD'ê Mahmût Şakar diyar kir ku piştî meşa bi sed hezaran kesî dê li tevahiya Ewropayê bi boneya salvegera Komploya 15'ê Sibatê mîtîngekê li dar bixin û got ku ew hewl didin şandeyekê bişînin Îmraliyê.
 
* Rojnameger Dîcle Muftuoglû bi awayekî destkelemçekirî hatibû muayenekirin û girtî Rihan Kavak Ozbek jî rastî tacîzê hatibû û serlêdana sûc hatibûn kirin. Ji bo serlêdanên sûc biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” hate dayîn. 
 
* Ji her 10 kesan tenê jinek ji rêveberiyên herêmî re tê hilbijartin. Endama Koalîsyona Jinan Gul Erdost wiha got: “Asta hebûna jinê ya di mekanîzmayên biryardayînê de ya ji aliyê hejmarê ve weke rêxistinên jinan meseleya me ye jî.”
 
* Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)
 
* Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkîya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatiye destpêkirin didome. (11.00-18.00) 
 
* Buroya Hiqûqê ya Asrinê dê rapora xe ya tespît û çavdêriyê ya sala 2023’yan a têkildarî Girtîgeha Îmraliyê dê li avahiya xwe ya li Beyoglûyê bi civîneke çapemeniyê ragihîne. (11.00) (ZINDÎ)
 
* Komeleya Dema Jinê dê têkildarî binçavkirinên li Stenbolê li avahiya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)
 
* Danişîna 5’emîn a doza têkildarî mirina Nîhat Kazanhan ê 12 salî ku di sala 2015’an de li navçeya Cizîra Şirnexê bi guleya polîsan hate qetilkirin, dê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê lidarxistin. (14.00)