Li Geverê dê namzet di tûra duyan de diyar bibin

  • rojane
  • 23:00 16 Çile 2024
  • |
img
COLEMÊRG – Li Geverê di pêşhilbijartinên DEM Partiyê de ji bernamzetên mêr Şoreş Dîrî û Tayyup Canan û ji bernamzetên jin Şadiye Kirmizigul û Ayşe Polat man tûra duyan. 
 
Di pêşhilbijartinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê, endamên meclisa şaredariyê û meclisa giştî ya bajêr didomin. Li Gevera Colemêrgê jî îro pêşhilbijartin li hêwaneke dawetê hat lidarxistin. Dengdayîns aet di 8'ê sibehê de dest pê kir û di 6'ê êvarî de bi dawî bû.
 
Bi giştî 7 sindoq hatin danîn. Ji hezar û 600 delegeyan ji sedî 70'ê ji bo 8 bernamzetên mêr û 5 bernamzetên jin deng dan. DI hilbijartinê de ji bernamzetên mêr Şoreş Dîrî 377 deng, Tayyîp Canan 225 deng û ji bernamzetên jin Şadiye Kirmizigul 312 deng û Ayşe Polat jî 245 deng wergirtin. Hilbijartin ma tûra duyan.