Îranê bi fuzeyan êrişî Hewlêrê kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • rojane
  • 08:54 16 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Mûhafizên Şoreşger ên Îranê Konsolosxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê, baregehên Koalîsyona Navnetewî û gelek qadên sivîl hedef girtin. Di êrişan de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Di saetên nîvê şevê de bi fuzeyan û Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî paytextê Herêma Kurdistana Federe Hewlêrê hate kirin. Konsolosxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê, baregehên Koalîsyona Navnetewî û gelek qadên sivîl hedef hatin girtin. Êriş Artêşa Mûhafizên Şoreşger ên Îranê wergirt ser xwe. 
 
4 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Endamê Polîtburoya PDK’ê Hemîn Hewramanî, li ser hesaba xwe ya X’yê de daxuyaniyek weşand û wiha got: “Di êrişên Mûhafizên Şoreşger a îşev li dijî Hewlêrê de gelek qadên sivîl hedef hatin girtin. Pêşrew Dizayî yê xwediyê xanî û ji malbata wî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.” Hate diyarkirin ku Pêşrew Dizayî xwediyê Falco Groupê ye. 
 
Konseya Ewlehiya Kurdistanê jî ev daxuyanî da: “Di 15-16’ê çileya 2024’an saet di 23.30’an de Mûhafizên Şoreşger ên Îranê li Hewlêrê gelek herêmên sivîl bi fuzeyên balistik hedef girtin. Li gorî agahiyên ewil 4 sivîl şehîd ketin, 6 sivîl jî birîndar bûn. Rewşa hin birîndaran giran e. Mûhafizên Şoreşger, îdia kirin ku mewziyên komên mûxalîfan ên Îranê hedef girtine. Ev hincet bê bingehin û em qebûl nakin. Mixabin her tim bi hincetên bêbingeh li dijî Hewlêrê êriş hatin kirin. Hewlêr a herêmeke biîstîkrar e tu caran nebûye çavkaniya gefan. Ev bi awayekî aşkere binpêkirina serweriya Herêma Kurdistan û Iraqê ye. Divê hikumeta federal a Iraqê û saziyên navnetewî li dijî vî sûcî bêdeng nemînin.”