Cenazeyê Lokman Muhammed li goristana bêkesan hate veşartin

  • rojane
  • 20:54 15 Çile 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Cenazeyê Lokman Muhammed ê ji Bakur ûRojhilatê Sûriyeyê ku di êrişa hewayî ya li dijî Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest da, li goristana bêkesan hate veşartin. 
 
Cenazeyên endamên HPG’ê Ozgur Ay û Îslam Olçay ên di 27’ê kanûnê de li çoltera Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabûn rojên borî ji aliyê malbatên wan ve hatibûn wergirtin û veşartin. 
 
Cenazeyê Lokman Muhammed ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jiyana xwe ji dest daye li morgê dihate sekinandin. Ji ber ku malbata Lokman Muhammed li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ye nekarî cenazeyî wergirin. Cenazeyê Muhammed li Goristana Bajêr a Kamor a li navçeya Artûklû ya Mêrdînê hate veşartin.