Seroka EMEP’ê ya Stenbolê Barbaros ji bo îfadeyê birin qereqolê

  • rojane
  • 13:23 15 Çile 2024
  • |
img
STENBOL - Seroka EMEP’ê ya Stenbolê Sema Barbaros ji ber biryara “îfadegirtinê” ji bo îfadeyê birin qereqolê. 
 
Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Stenbolê Sema Barbaros ji bo îfadeyê birin Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Sancaktepe ya Stenbolê. Hat zanîn ku dê Barbaros ji ber îdiaya “propagandaya rêxistinê” îfadeyê bide. Hat diyarkirin ku derheqê Barbaros de biryara “îfadegirtinê” heye û piştî îfadeya li qereqolê dê sewqî Edliyeya Anadoluyê bê kirin.