Di 48 saetan de 56 herêm hatin bombebarankirin

  • rojane
  • 12:37 15 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk di nava 48 saetan de 56 herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. 
 
Êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 12’ê çileyê ve zêde bûn. Di êrişan de stasyonên ceyranê, tesîsên petrol û gazê, febrîqe, noqteyên asayîşê, aş, navendên çandiniyê, embarên genim û kargeh hedef hatin girtin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; di nava 48 saetan de dewleta tirk 56 herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên şer û SÎHA’yan bombebaran kir. Di encama van êrişan de 2 jê zarok û yek jê rojnameger bi giştî 6 kes birîndar bûn. Her wiha 5 leşkerên Şamê jî hatin kuştin.