Di şewata li Stenbolê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan

  • rojane
  • 09:41 15 Çile 2024
  • |
img
STENBOL - Di şewata li Sûltanbeyliyê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê di konteynireke karkeran de şewat derket. Di şewatê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan û yek jê giran 2 karker jî birîndar bûn. Li cihê bûyerê komên agirkujiyê, polîs û tenduristiyê hatin sewqkirin. 
 
Walîtiya Stenbolê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku şewat hatiye vemirandin û 2 karkerên birîndar sewqî nexweşxaneyê hatine kirin. 
 
Lêkolîna têkildarî şewatê didome û derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.