HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da

  • rojane
  • 14:59 14 Çile 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya ANF’ê; HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan li Zapê de 61 leşker hatine kuştin. 

 
Wezareta Parastinê ya Dewleta Tirk têkildarî pevçûnên di 12’ê çileyê de daxuyanî dabû û ragihandibû ku 9 leşker hatine kuştin. HPG’ê jî têkildarî pevçûnan daxuyaniyek parve kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê destnîşan kir ku di pevçûnan de herî kêm 61 leşker hatine kuştin. Di heman demê de hat diyarkirin ku gelek çek û alavên leşkerî jî hatine desteserkirin. 
 
HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de ji bilî endamên wan Serxwebûn û Rizgar, tu kesan jiyana xwe ji dest nedane.