ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 14 Çile 2024
  • |
img
* Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku divê dewlet grevên birçîbûnê li ber çavan bigire û daxwazên girtiyan bi cih bîne. Yilmaz got ku divê raya giştî ya Tirkiyeyê jî piştgiriyê bide Nobedên Edaletê.
 
* Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyûrek diyar kir ku sedema bingehîn a tecrîda Îmraliyê ew e ku dewlet ji fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ditirse û got: "Divê tcrîd bê rakirin û Ocalan biaxive."
 
 
* Mexdûrên erdhejê yên li navçeya Lîce ya Amedê ku di konteyniran de ne, diyar kirin ku AFAD'ê ji bo çêkirina xaniyan di navbera 1,5 û 4 mîlyon TL'yî de pere ji wan xwestiye.
 
* DEM Partî ji bo diyarkirina hevşaredarên navend û navçeyan û endamên meclisê yên Amedê dê pêşhilbijartinê li dar bixe. (08.00-17.00)
 
* Konferansa TJA’yê ya bi sernavê “Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li Dora Girtiyên Jin ên Siyasî” di roja duyemîn de didome. (09.30-18.00) 
 
* DEM Partî dê ji bo diyarkirina hevşaredarên gelek bajar û navçeyan pêşhilbijartinê li dar bixe. (09.30-01.00)
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” li gelek bajaran hatibû destpêkirin, dê bidomin. (11.00-17.00)