ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 13 Çile 2024
  • |
img
* Rêveberê Şaxa ÎHD’a Wanê parêzer Heval Sînan Aras, diyar kir ku li welat gava ewil a demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e. 
 
* Li Meletiyê ku piştî erdhejan serlêdanên ÇED’ê zêde bûn, Berdevkê MALÇEP’ê Hasan Kaya diyar kir ku bi ÇED’an xwezaya Meletiyê tê talankirin.
 
* Projeya pergala trêna biray ku her sal soza wê tê dayîn û her tim ji bo danasîna wê ji aliyê qeyûm ve bi milyona pere tê xerckirin, heya niha tenê li ser afîşan hebûye. 
 
* Abdulvahap Bûrak, bavê girtiyê nexweş Abdulsamet Bûrak ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê girtin, ragihand ku kurê wî nayê dermankirin.
 
* Berdevkê Koordînasyona Înîsiyatîfa 78'an Bayram Kizartici bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku divê li dijî tecrîdê yekîtiya hêza civakî bê avakirin. 
 
* Wênegir Ozcan Yaman ku yek ji îmzevanê deklerasyona "Em ji bo aştiyê bibin dengek" diyar kir ku divê hemû civak ji tecrîdê rizgar bibe û got: "Pêwîstiya me bi demokrasiyê heye. Ji ber vê yekê em bi vî awayî tevgeriyan. Ez bang dikim. Her kes bibe dengê aştiyê."
 
* DEM Partî dê li Mêrdîn û navçeyên wê, Şirnex û navçeyên wê, li bajarên herêma Serhedê, li Sêrt, Êlih, li navçeyên Wêranşar, Hewag ên Rihayê û Akdenîza Mêrsînê bi armanca hevşaredaran û endamên meclisên şaredariyan diyar bikin dê pêşhilbijartinê li dar bixe. (08.00-17.00) 
 
* Bi boneya Serê Salê dê li gelek bajaran aktîvîte û şahî bên lidarxistin. (10.00-19.00)
 
* TJA, dê li navçeya Sûr a Amedê li Demîr Otelê  bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” konferansekê li dar bixe. (09.30.18.00) ZINDΠ
 
* Nobeta Edaletê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” lig elek bajaran hate destpêkirin de dê bidome. (11.00-17.00) 
 
* Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya 981’emîn a bi daxwaza xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan her hefte li Qada Galatasarayê li dar dixin dê pêk bînin. (12.00)
 
* Çalakiya ku Şaxên ÎHD’ê yên Amed, Îzmîr, Colemêrg û Êlihê malbatên windakiriyan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, bila faîl bên darizandin” her hefte li dar dixin dê berdewam bike. (12.00)
 
* Li Enqere û Stenbolê têkildarî rewşa girtiyên nexweş dê daxuyanî bên dayîn. (13.30) 
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê bi rojeva hilbijartinên herêmî li Stenbolê bi komeleyên herêmê re li Eywana Dawetê ya Klasê bê bahev. (15.00) ZINDÎ