Li Mêrdînê serdegirtinên malan

  • rojane
  • 11:42 11 Çile 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Di danê sibehê de li navçeyên Stewrê û Artukluyê bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Îro di danê sibehê de cendirmeyan li navçeyên Stewrê û Artukluyê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku di serdegirtinan de deriyên malan hatin şikandin û gelek kes hatin binçavkirin.  Kesên bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Bajar. 
 
Hat zanîn ku li ser telefonê li kesên di serdegirtinên malan de ne li malê bûn hate geriyan û jê hat xwestin ku ji bo îfadeyê biçin fermandariya cendirmeyan.