DEM Partî çû serdana malbata li Geverê hatibû derbkirin

  • rojane
  • 16:10 10 Çile 2024
  • |
img
COLEMÊRG - DEM Partî çû serdana malbata Kurt ku li Geverê hatibû derbkirin û got ku ev bûyer encama polîtîkaya necezakirinê ye. 
 
Duh bi şev polîsên tîmên taybet li Taxa Nû ya navçeya Gever a Colemêrgê bi ser mala malbata Kurt de girtin û endamên malbatê derb kirin. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çû serdana malbatê. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez, parlamenterê HDP’ê yê berê Saît Dede û gelek endamên partiyê di serdanê de cih girtin. Şandeya DEM Partiyê li cihê bûyerê lêkolîn kirin. 
 
Parlamenter Onur Duşunmez got ku îşkence û miameleya xerab a li malbatê hatiye kirin bi rapora derbkirinê ya ji Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hatiye wergirtin tespîtkirî ye. Duşunmez, wiha got: “Ji bo berpirsyarên bûyerê bên cezakirin, em ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin. Ev ne cara ewil e ku li Colemêrgê îşkence tê kirin.”
 
BAL KIŞAND SER POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ 
 
Bi domdarî Duşunmez da zanîn ku sedema van binpêkirin û bûyerên îşkenceyê, polîtîkaya necezakirinê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Piştî binpêkirinên polîsan, ji bo rewakirina îşkenceyê hincetên weke ‘li ber xwe da’ û ‘li dijî polîsan derket’ tên nîşandan. Bi vî awayî faîl tên parastin. Ev cihê ku hûn dibînin, polîsan li vê derê bombeyên deng avêtin nav zarokan, bi çekê ketin hundir û bêhiqûqî û bêwijdanî kirin. Bêyî ku biryareke dozgeriyê hebe, bi awayekî keyfî bi ser malê de digirin. Em ê vê bûyerê jinêzve bişopînin û serî li hemû rêyên qanûnî bidin.”