Baroya Colemêrgê: Em ê bûyera îşkenceyê ya li Geverê bişopînin

  • rojane
  • 14:44 10 Çile 2024
  • |
img
COLEMÊRG - Baroya Colemêrgê têkildarî îşkenceya li Geverê li malbata Kurt hatiye kirin daxuyanî da û diyar kir ku dê bûyerê bişopînin. 
 
Polîsan duh bi şev li Taxa Nû ya Gever a Colemêrgê bi ser mala malbata Kurt de girtin û endamên malbatê derb kirin. Baroya Colemêrgê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek parêzerên li Geverê têkildarî mexdûriyeta malbatê jiyayî daxuyanî dan. 
 
SEROKÊ BAROYê: ME GIRTENAMEYA BÛYERÊ GIRT 
 
Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan di daxuyaniya li pêşiya Edliyeya Geverê de axivî û da zanîn ku mala ku bi ser de hatiye girtin mala malbata yek ji parêzerên Baroya Colemêrgê Ramazan Kurt e. Canan, wiha domand: “Hêj ji deqeyên ewil ên serdegirtinê ve polîsên tîmên taybet ên birûpoş dest bi îşkencekirina endamên malbatê kirin û tundî lê kirin. Heman polîsan di nava malê de gule reşandin. Di encama van çalakiyên tundî û derbkirinê de ji endamên malbatê 3 kes rakirin nexweşxaneyê. Ji kêliya ewil ve em bûn şahidên bûyerê. Me mudaxileya pêwîst kir û girteka tiştên qewimî girt. Endamên malbatên yên hatin derbkirin ji bo îfadeyê birin qereqolê û piştre hatin berdan. Di nava hefteya dawî de li navenda Colemêrgê û navçeyê wê gelek caran bi awayekî derhiqûqî di bin navê lêgerînê de bi ser malan de tê girtin û îşkence û miameleya xerab li gel tê kirin. Li gorî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê jî îmzekirine û hiqûqa navxweyî, îşkence hatiye qedexekirin.” 
 
'EM Ê BÛYERÊ BIŞOPÎNIN’
 
Bi domdarî Canan anî ziman ku tawanbariya derheqê kesan de çi dibe bila bibe divê îşkence lê neyê kirin û wiha bi dawî kir: “Divê tişta pêwîst derheqê hêzên ewlekariyê û peywirdarên ev îşkence û miameleya xerab kirine de bên destpêkirin. Divê meqamên darazê tavilê têkildarî vê îşkence û miameleya dermirovî û tundiyê de lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin. Em ji raya giştî re radigihînin ku dê vê bûyerê bişopînin.”