Wesayîta rîngê ya ku girtî tê de bûn wergeriya

  • rojane
  • 13:20 10 Çile 2024
  • |
img
AMED - Wesayîta rîngê ya ku girtî û hikûmxwar tê de bûn li Farqînê wergeriya û 10 kes birîndar bûn. 
 
Li navçeya Farqîn a Amedê wesayîta rîngê ku girtî û hikûmxwar tê de bûn wergeriya. Di encama wergerîna wesayîtê de girtî/hikûmxwar û leşker jî di nav de 10 kes birîndar bûn. Hat zanîn ku wesayît ji kontrolê derketiye û piştre jî li bariyeran xistiye. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên Amedê. 
 
Hat zanîn ku wesayîta rîngê ya behsa xeberê ji Girtîgeha Hejmar 3 ya bi Tîpa L a Maltepe ya Stenbolê girtî û hikûmxwar vediguhest Girtîgeha Tîpa T a Xelat a Bedlîsê.