DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe

img
NAVENDA NÛÇEYAN - DAIŞ’ê berpiryartiya êrişa bombeyî ya li bajarê Kirmanê yê Îranê ku têde 84 kes jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetirî 284 kes jî birîndar bûbûn, girt ser xwe.
 
Li bajarê Kirmanê yê Îranê li nêzî goristana ku gora fermandarê berê yê Artêşa Pasdarên Şoreşê Qasim Silêmanî lê ye, di navbera 20 deqeyan de du teqînên cuda pêkhatin û di encamê de herî kêm 84 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 284 kes jî birîndar bûbûn. DAIŞ’ê ev êrişa bombeyî girt ser xwe.
 
DAIŞ'ê di hesabê xwe yê Telegramê de daxuyand ku du endamên wan bi teqemeniyên li ser xwe êriş pêk anîne.