Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin

img
AMED - Dadgeha Îstinafê 2 sal û 2 meh û 20 roj cezayê girtîgehê yê li Qeymeqamê Kercewsê Server Sînanoglû hatibû birîn pesend kir. Sînanoglû gava serwext bû wesayît bi kar anîbû û li Muhammed Çelîk ê 13 salî qelibandibû û ew qetil kiribû. 
 
Cezayê girtîgehê yê li Qeymeqamê Kercewsê Server Sînanoglû yê ku di 15'ê Tîrmeha 2022'yan de bi wesayîta bi plakaya fermî li Mûhammed Çelîk ê 13 salî qelibandibû û ew kuştibû, hatibû birîn hat pesendkirin. 
 
Piştî bûyera li navçeya Bismîl a Amedê qewimî, hat tespîtkirin ku Qeymeqam Server Sînanoglû di dema qezayê de serxweş bûye û lmîta lezê derbas kiriye. Li Qeymeqam Sînanoglû ku li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihat darizandin, sal û 14 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Li ser îtîrazan dosye ji Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê re hat şandin.
 
Daîreya Ceza ya 10'an a Dadgeha Îstinafê, parastina "qezayê" ya bersûc qebûl nekir û cezayê lê hat birîn pesend kir. 
 
RÊ LI BER TEMYÎZÊ GIRT
 
Dadgeha Îstînafê ya ku bi yekdengî biryar girt, bi vê biryara xwe rê li ber temyîzê jî girt.