Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin

img

AMED - Serdanên ji bo şîna bavê siyasetmedarê kurd Selahattîn Demîrtaş, Tahir Demîrtaş di roja dawî de jî berdewam kirin. 

 
Bavê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Edîrneyê tê ragirtin, Tahir Demîrtaş di 31’ê kanûnê de jiyana xwe ji dest da. Şîna Demîrtaş li Mala Şînê ya Liceyiyan a li Rezan a Amedê hatibû danîn û di roja sêyemîn de didome. Di roja dawî de jî gelek kes hatin sedana şînê. 
 
Li gel malbata Demîrtaş, her wiha parlamenter û nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî sersaxî qebûl kirin. 
 
Li gel xizmên malbata Demîrtaş, gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl, siyasetmedar û welatî jî hatin serdana şînê. 
 
Şîna Demîrtaş dê îro piştî xwendina mewlîdê bi dawî bibe.