Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi îdiaya ku li dijî rêveberê Hamasê yên li Tirkiyeyê amadekariyên suîqestê dikin û ji bo îstîxbarata Îsraîlê Mossadê dixebitin, 33 kes hatin binçavkirin. 
 
Piştî îdiayên ku serîsa îstîxbaratê ya Îsraîlê Mossad li dijî rêveberên Hamasê yên li Tirkiye û welatên din amadekariyên suîqestê dke, li Tirkiyeyê li dijî kesên tê îdiakirin endamên îstîxbarata Îsraîlê ne operasyon hat lidarxistin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya ji bo tespîtkirin û deşîfrekirina fealetiyên sîxûrtiyê ya navneteweyî de derheqê 46 kesan de biryara binçavkirinê hate dayîn. 
 
Li ser fermana dozgeriyê, li 8 bajaran operasyon hatin lidarxistin. 
 
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya X’ê ragihand ku li 8 bajaran bi ser 57 cihan de hatiye girtin û 33 kes hatine binçavkirin.